Agahiyên ji bo muşteriyan derbarê axaftinên bi navbeynkarên ziman re

Navbeynkarekî/e ziman dê di hevpeyvîna ligel pisporekî/ê de li ba we be.
Pispor ew kes e ku hevpeyvînê bi rê ve dibe.
Navbeynkarê/a ziman her tiştê ku tê gotin şîrove dike.
Ev tê vê wateyê ku ew her tiştê ku hûn dibêjin werdigerîne almanî.
Û her tiştê ku pispor dibêje werdigerîne zimanê we.

Li vir hûn ê agahiyên ji bo hevpeyvînê giring bi dest bixin:

Navbeynkarê/a ziman

  • nepen e ango ti agahiya li ser we û derbarê naveroka hevpeyvînê de nagihîne kesên din.
  • ji her kesê/a di hevpeyvînê de berpirsiyar e: ji we û ji pispor.
  • bêalî ye ango pêşniyazan li kesî nake û piştgiriyê nade kesî.
  • her tiştê ku ji hêla we û pispor ve tê gotin şîrove dike.

Hevpeyvîn

  • Hêdî û bi zelalî bipeyivin.
  • hevokên kurt û fambar saz bikin.
  • Piştî du hevokan navberê bidin axaftinê da ku navbeynkar gotinên we wergerîne.
  • Heke navbeynkar gotina we ji bo wergerê bibire, ji kerema xwe vê yekê bi xweşbînî pêşwazî bikin.

Pispor

  • şirîkê/a we yê/ya hevpeyvînê ye.
  • divê piştrast be ku we her tişt fêm kiriye.
  • pirsên we dibersivîne.

Her dem rasterast bi pispor re bipeyivin û di dema axaftinê de lê binêrin.

Mala Navbeynkariya Ziman ji we re hevpeyvîneke serkeftî dixwaze!

Derbarê navbeynkariya ziman de pirs an fikarên we hene?
Ji vê navnîşanê ji me re binivîsin: info@haus-der-sprachmittlung.de  
û bibin aboneyê/a bultename!

Agahiyên derbarê Mala Navbeynkariya Ziman de

Ji bo ku pêwendiya di navbera mirovan de bi awayekî serkeftî pêk were, navbeynkariya ziman giring e.
Ji ber vê yekê, divê ji bo hemû mirovan derfet hebin ku di dema axaftinê de ji hêla navbeynkarên ziman
ve werin piştgirîkirin.

Werger bi gelemperî ji almanî bo zimanekî din û ji zimanekî din bo almanî tê kirin.

Mala Navbeynkariya Ziman li Rheinland-Pfalzê li ser navbeynkariya ziman agahiyan dide.
Armanca wê ew e ku hemû mirov xwe bigihînin xizmeta navbeynkariya ziman.
Mala Navbeynkariya Ziman ji aliyê Wezareta Entegrasyonê ya Rheinland-Pfalzê ve tê fînansekirin.
Ew ji bo hemû kesên li Rheinland-Pfalzê ye.

Mala Navbeykariya Ziman (Haus der Sprachmittlung) di malpera xwe de agahiyên giring pêşkêş dike:

  • Di nêrîna giştî ya li xizmetên navbeynkariya ziman de, hûn dikarin xizmeta rast a li herêma xwe peyda bikin.
  • Hûn dikarin daxuyaniya derbarê peywirên navbeynkarên ziman de, bi zimanê xwe  daxînin.

Ji bo pirs û daxwazên xwe ji vê navnîşanê ji me re binivîsin info@haus-der-sprachmittlung.de.